• DOLAR 32.548
  • EURO 34.925
  • ALTIN 2425.489
  • ...
Xelkê Diyarbekirê  dixwaze ji bo pîrekan otobusên cuda  bên tahsîskirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di derbarê mijarê de kesê bi navê Şahîn Çelîk destnîşan kir divê pîrek û malbat seyahateke bi aramî derbas bikin  û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Jin û mêr  di civakê de xwediyê statuyeke cûda ne.Ji ber vê minasebetê divê  qadên jiyanê yên jin û mêran cudatir bên dîzaynkirin ku ev jî di nava erkên dewletê de ne.Li Diyarbekirê însan di veguhastina tomerî de wek îstîfkirî seyahetê dikin.Ev yek bo pîrekan eziyet e.Ji ber ku pêşiya vê eziyetê bê girtin divê jin û mêr ji hev cuda seyahat bikin ku ev yek jî dê ji bo pîrekan bibe wesîleya seyahateke rihet.Ger ku xebateke wisa  bê destpêkirin dê ji bo pîrekên me îmkana seyaheteke bi aram û ewlehîtir.”

 “Carinan ji ber ku erebeya me nîne ji mecbûrî li rawestgehan bi seatan em disekinin”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir dema ku ew di wesayîtan de pîrekên li ser piyan dibîne li wan wesayîtan siwar nabe û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lewra ez naxwazim aciziyê bidin pîrekan û bi heman awayî dema ku ez û xanima xwe bin em nikarin bikevin nava qelebalixê. Carinan ji ber ku erebeya me nîne ji mecbûrî li rawestgehan bi seatan em disekinin.Ger ku ji bo malbat û pîrekan otobus bên tahsîskirin  dê kesên bixwazin li wan siwar bibin û dê rihet bikin.”

 “Otobuseke cuda rêzdarî û ciheke cuda a pîrekê ya di nava civakê de nîşan dide”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de bang li şaredariyê kir  û wiha got: “Ev şaredariya nû madem îddîa dike ew ê xizmetê bikin bila di warên nirxên civakê de xebatan demildest bidin destpêkirin.Pêdiviya civakê ji vê yekê re heye.Lewra di veguhastina tomerî de bûna îstîfê dê zirarê bide exlaqê civakê. Otobuseke cuda rêzdarî û ciheke cuda a pîrekê ya di nava civakê de nîşan dide.Bi vî awayî dê qedrê pîrekan di civakê dê zêdetir bibe.Divê demildest ev yek bê tetbîqkirin.”

 “Bila otobusên pîrekan cuda bin”

Zeynep Duman ji diyar kir ji ber ku  otobusên  aîdî pîrekan nînin  ew li rasta gelek zehmetîyan tê, ji ber yekê Duman otobusên ku aîdî pîrekan bin teleb kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez şermezar dikim.Ez naxwazim pîrek û zilam digel hev seyahet bikin, lê belê ji ber ku otobusên ji bo pîrekan nînin em mecbûrî tevlîhev li wesayîtê siwar dibin.Mecbûrî em îdare dikin.Ez newêrim bi tena sera xwe li wesayîta tîcarî siwar bibim.Ji otobûsê pê ve tu wesayîtên din naçin guzergeha ku ez diçimê.Ez dixwazim bila otobusa pîrekan cuda be.Telefon û cuzdana min di wesayîtê de hat dizîn.Di otobusan de ez li ser piyan dimînim û tu kes cî nade min.Wan rojên derbasbûyî ji ber ku min cihê vala nedît, ji naçarî ez li erdê rûniştim.Ez otobusa ku pîrek tê de seyahat bikin dixwazim.”

 “Ez ji bo pîrekan otobusên taybet dixwazim”

Di derbarê mijarê de kesa bi navê Amîne Bulut jî destnîşan kir rawestgeh pir qelebalix dibin û wiha pê de çû: “Em zehmetiyê dikşînin, rawestgeh pir qelebalix dibin, siwarbûna otobusan jî pir zehmet e.Em aciz dibin.Em ji bo pîrekan otobusan teleb dikin.Ev  yek dê rihettir bibe.Carinan em siwar nabin, lê belê dema ku tişteke ecele diqewime em ji mecbûrî lê siwar dibin.Naxwe em naxwazin.Ger ji bo pîrekan otobus bên tahsîskirin dê pirr baş çêbibe.”

“Em dixwazin ku ‘otobusa pembe’  bê anîn”

Hasan Geçtiyê ku her roj du caran li wesayîtên veguhastina tomerî siwar dibe jî nerihetiyên xwe wiha anî zimên: “Divê qet nebe tiştek bê kirin.Ji bo pîrekan ew otobusên ku em ji wan re pembe dibêjin dê çêtir bibin.Di otobusan de cî nîne.Bila serokê a niha yê şaredariyê demildest vê yekê tebîq bike.Di rêwîtiyên ku jin û mêr di nav hev de ne tiştên menfi diqewimin.Di vê xalê de me dixwazin  otobusên pembe bên anîn.Dê ev yek ji bo Diyarbekiriyên tişteke xweş bibe.Em rica dikin ku demildest dest bivê yekê bikin.”

Nebahat Yaz jî di derbarê mijarê de destnîşan kir ger ku ji bo pîrekan otobus bên tahsîskirin dê pir baş çêbibe.(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir