• DOLAR 32.499
  • EURO 34.62
  • ALTIN 2480.307
  • ...
 "Piştî ku ajalvanî xelas bû re dê gundî çi bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Ajalvanî Zîreat û Xurekê Faruk Çelîk  hatibû Rihayê û destnîşan kiribû ji bo ajalvanî pêşve biçe dê çergeh  ji kesên ku karê ajalvaniyê dikin re bên dayîn,lê digel vê gotina wezîr  dê çergeha 4 hezar donim a  nêzî deh gundan dê ji fabrikaya taybet a çîmentoyê re bê dayîn.Ji ber vê yekê ehlê gund ji projeyê bertek nîşan dan û destnîşan kirin dê ev proje li heremê ajalvaniyê biqedîne.

 “Piştî ku ajalvanî xelas bû re dê gundî çi bikin”

Muxtarê Gundê Kirkpinarê Mehmet Parmaksiz di derbarê mijarê de destnîşan kir dê gundî li çergehên xwe xwedî derkevin û wiha li axavtina xwe zêde  kir: “Ew çergeha ku qala wê tê kirin ne tenê ya gundê me ye bi heman awayî ya 10 gundên derdorê ye.Ev çergeh him ji bo me çavkaniya aveyê jî.Ger ku li gundên me heywan tunebûn dê gundî çi bikin.Li gundê me nêzî 50 malbatan ajalvaniyê dikin.Li gundê Korukezen jî nêzî 20-30 malbatan debara xwe bi ajalvantiyê dikin.Dema ku ev çergeh ji destên gundîyan bê standin dê gundî çi bikin û bi kû ve biçin.Çi çergeha me ji destên me nestînin me gelek carna daxwazname da , em wek gundên derdorê me ji rewşê re bertek nîşan da.Ev çergeh jiyana derdorê ye.Ji ber vê yekê em ê teqez çergeha xwe nedin tu kesî.Ji bo bi LÎMAK A.şŞ.yê bidin qezenckirin dê bi hezaran gundî mexdûr bibin.Em wek gundîyan dê li ber xwe bidin û dê çi ji destên me bê em ê bikin.

Toza ku dê ji ber fabrikaya çîmentoyê derkeve dê li darên fistiqan jî bi neyînî tesîr bike

Muxtarê Gundê Tulmenê Bakir Rastgeldî jî di derbarê mijarê de destnîşan kir li gundên derdorê exlebeyên xelkê  bi ajalvaniyê debara xwe dike, ger ku ev  çergeh ji fabrikaya çîmentoyê re bê dayîn dê ajalvanî zirareke mezin bibîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îhtîmal e LÎMAK A.Ş. vî çiyayî bistîne.Em wek xelkê heremê qet niyeta me nîne ku em çergeha xwe bidin tu kesî.Ger ku çergeha me bikarbînin dê ji vê yekê 10 gundên derdorê zirar bibînin. Toza ku dê ji ber fabrikaya çîmentoyê derkeve dê li darên fistiqan jî bi neyînî tesîr bike.Ger  ku Midûrê me yê Bajêr ê Zîreatê li vê derê lêkolînê bike dê mezinahiya zirarê tesbît bike.Em hêvî dikin ku rayedar ji vê yekê re destûr nedin.Tûnebûna vê çergehê dê bibe sedem ku ajalvantî derbeyeke mezin bixwe.Ger ku ajalvanî xelas bibe dê ev yek tesîreke neyînî li malbatên ku ajalvaniyê dikin bike.Jixwe bi ber navenda Rihayê ve koçek heye.Bi vê sedemê dê ev koç zêdetir bibe.Pêwîst e em li gund jiyana xwe bidomînin.Ger ku gundî nînbe dê bajarî çi bike?Divê ev yek jî li ber çavan bê girtin.Em ji rayedaran rica dikin ku di vê mijarê de bihesas bin û gavinan bavêjin.”

Her wiha kesên ehle gund ên bi navê Îbrahîm Çoban, Mehmet Çîftçî,Mustafa Çîftçî û Îhsan Aslan jî di derbarê mijarê de nerazîbûna xwe anîn zimên.(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir