• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Bes ez dixazim vegerim Helebê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Abdulkadîr Qasimê 62 salî berî ve 4 salan ji ber şerê navxweyî ya li Sûriyê digel malbata xwe koçî Entabê kir û a niha jî karê kîlîman ku karê bavê wî ye li Entabê dide domandin.Qasimê ku digel temena xwe ya dirêj ji bo debara malbata xwe dixebite  destnîşan kir bes daxwazîke wî heye ku ew jî vegera li Helebê ye.

Qasim di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir gelek xizmên wî çûne Ewrûpayê, lê ew xwestiye were Tirkiyê.Qasim dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li welatên Ewrûpayê gelek naskirîyên min hene, ger ku ez bixwazim dikarim biçim Ewrûpayê.Lê belê ez hatin Tirkiyê, ez ê li vê derê bimînim.Lewra Tirkiye beldeyeke Îslamî ye, ji bo tu ferqa Heleb û Tirkiyê nîne.Qet nebe em li vê derê dengê azanê dibihîzin,li vê derê camî hene.Xizmên yên ku çûm Ewrûpayê gelek poşman bûn.Ji ber wê yekê em ji Tirkiyê hez dikin.”

 “Dema ku Heleb tê bîra min ez digrîm”

Qasim di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ji ber ku ew ji Helebê dûr e dil biêş e û ew dixwaze demildest vegere Helebê, Qasim dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li vê derê rewşa me baş e, lê dîsa ez beriya welatê xwe dikim.Lewra ez li Sûriyê ji dayîk bûm û li wê derê mezin bûm.Carinan Heleb tê bîra min, ez rûdinim û digrîm.Ez beriya rojên berê dikim.”

“Piştî ku şer dest pê kir jiyana li Sûriyê bi zehmet bû”

Qasim diyar kir piştî ku li Sûriyê şerê navxweyî dest pê kir re êdî jiyan bi zehmet bû û wiha pê de çû: “Ez û digel malbata xwe em hatin  Tirkiyê.Qîzeke min nehat, a niha li Helebê dimîne.Em ji mecbûrî hatin vê derê.Êrîş birin li ser can, mal û dînê me.A herî girîng jî êrîş birin li ser dînê me.Em ji bo karibin li gor dînê xwe bijîn em hatin Tirkiyê.Li vê derê gelekî baş li me xwedî derdikevin.Weke birayan li me xwedî derketin.Dema ku min dikan vekir di karên rûxsat û yên din de ji min re bûn alîkarî.”

Qasim di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir em hêvî dike ku ev bûyer demildest bi dawî bibin û ew vegerin Helebê.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir