Di doza Qeymeqam Safîturk de 7 kes hatin girtin
Ji 29 kesên ku di derbarê êrîşa ku li Qeymeqamê Dêrika Mêrdînê Muhammet Fatîh Safîturk de sewqê adliyê hatibûn kirin 7ê wê hatin girtin.
Piştî ku Qeymeqamê Dêrika Mêrdînê Muhammet Fatîh Safîturk wek qeyûm ji bo wekîlê Serokê Şaredariya Dêrikê hatibû tayînkirin û dûvre di encama înfilaqkirina teqemeniyê de hat kuştin ji teref Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve tehqîqat hat destpêkirin.
Di derbarê vê lêpirsînê de ji 71 kesên ku hatibûn binçavkirin 29ê wê lêpirsîna wan qediya. Ji van 29 kesan 17ê wê hatin serbestberdan.
Ji 12 kesên ku derketin mehkemê 7ê wê hatin girtin. Muemeleyên 42 kesên ku binçav in hêj didome. (ÎLKHA)