HUDA PAR çû ziyareta Dogruhabera ku êrîş lê hatibû kirin
Serokê Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê Erdal Elîbuyuk digel lijneya pê re Dogruhabera ku lê êrîşa çekdarî hatibû kirin ziyaret kir û ji bo wan daxwazên xwe yên silametiyê anî zimên.
Her weke ku dê bê bîran doh di wextên şeveqê de kesên nasnameyên wan nediyar bi çek û molotofan êrîş birin li ser Rojnameya Dogruhaberê.Ji ber vê êrîşa ku hat kirin Serokê Bajêra Stenbolê ya HUDA PARê Erdal Elîbuyuk digel lijneya pê re Dogruhaberê ziyaret kirin.
Elîbuyuk di dema ziyaretê de li ser navê partiya xwe ji rayedarên rojnamê re daxwazên xwe yên silametiyê anî zimên û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev bû 8 sal ku Dogruhaber weşana xwe bi şikleke bişîar didomîne.Di naveyna van 8 salan de gelek caran êrîş li Dogruhaberê hat kirin.Dibe ku pêşiya wan bêhiqûqîyan û êrîşan nehat kirin û ev yek bû sedema ve êrîşê jî.Bi rastî jî li vê derê êrîşeke mezin hatibû plankirin.Lewra wiha xuya dike.Êrîş li xeta xaza xwezayî hatiye kirin û çek hatine bikaranîn.Divê ev mesele wek meseleyeke edlî neyê dîtin û li ser vê yekê bê sekinîn.Her wiha pêwîst e kesên ku di pey vê êrîşê de ne jî bên derxistin.Ango divê kesên ku vê êrîşê dane kirin jî bên eşkerekirin.”
Elîbuyuk di dawiya axavtina xwe de cardin daxwaza silametiyê kir.
Ji bo ziyareta ku hat kirin Koordînatorê Weşana Giştî yê Rojnameya Dogruhaberê Abdullah Aslan ji Serokê Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê Erdal Elîbuyuk re teşekur kir.(ÎLKHA)