• DOLAR 32.571
  • EURO 34.881
  • ALTIN 2433.328
  • ...
"Mislimanên mexdûrê darazê li pey hiqûqê ne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Buroya Çapemeniya Tirkiyê ya Hîzb-ut Tahrîr ve bi navê ‘Mislimanên mexdûrê darazê li pey hiqûqê ne’ ji bo çapemeniyê civîneke lidarxist. Civîn di otêleke taybet de hat lidarxistin.

Serokê Bajarê Stenbolê yê HUDA PARê Erdal Elîbuyuk, Serokê Buroya Medyaya Hîzb-ut Tahrîr Mahmut Kar, Serokê Lijneya Girtîgehê ya MAZLUM-DERê Kaya Kartal, Serokê Komeleya Akincilarê Mehmet Şahîn, Parêzerê Doza Vasatê Huseyîn Kurşun, Nivîskar û Lêkolîner Burak Çîlelî, Nivîskar û Lêkolîner Abdulkadîr Şen û hinek malbatên mexdûrê darazê beşdarê civînê bûn.

Mahmut Kar li ser navê malbatên mexdûrê darazê daxuyaniya çapemeniyê xwend. Kar diyar kir ku rêxistina FETO kesên ku ji xwe re wek mixalif dîtiye bi hêz û çavkaniyên dewletê hewl daye ku wan îmha bike.

Dûvre Kar wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wek gelemperî dozên 28ê Sibatê wek taybet jî Doza Tahşiye, Selam-Tevhîd, Umut, El-Kaîde, Meletî, Îhya-Der, Vasat û Hîzb-ut Tahrîr ji van muemeleyên dereqanûnî re mînakên herî diyar in. Di pêvajoya 28ê Sibatê û dûvre pergala darazê bi piştgiriya medyayê îdraqkirina operasyonê pêk anî û wek dijmin bi Mislimanan re muemele kiriye. Kesên ku di mizgeftan de dersê Qur’anê dane wan mehkûmê zindanankirine. Rêvebirên komele û wakifên ku karên perwerde û îrşadê dikirinhatin girtin. Cinayetên ku kujerên wan ne diyar in xistine sitûyê Mislimanan û gelek kes hatin mehkûmkirin.”

“Divê ku em balkişandina ser vê yekê bidomînin”

Serokê Bajarê Stenbolê yê HUDA PARê Erdal Elîbuyuk bal kişand ser hewldana derbeya 15ê Tîrmehê. Dûvre Elîbuyuk di derbarê mijarê de wiha axivî: “Serpêhatiyên me yên beriya 15ê Tîrmehê diyar e. Bi qumpasên FETO bi sedan kes hêj di zindanan de ne. Gor lijneya me ya hiqûqê îmzaya 70-80 hakiman di vê qasê de heye. Em ji hikûmetê efû naxwazin. Em darizandineke adilane dixwazin. Di vê pêvajoyê de di serî de STK ji me hemiyan re wezîfe heye.”

 “Bila êdî hêviyên me nemînin baharên din”

Semîha Demîra ku mexdûrê 28ê Sibatê ye û mêrê wê ev 17 sal e ku di girtîgehê de ye gotina Serokkoamar Erdogan a; ‘Mixabin hemwelatiyên me yên ku wek di nabeyna 5-10-15 salan e di girtîgehan de umrê xwe pûç kirine hene. Ev çêbû. Niha me firset dît ku em vê yekê sererast bikin.’ anî bibîranîn. Dûvre wiha axivî: “Daxuyanuya Serokkomar ji me re bû hêvî. Bila êdî hêviyên me nemînin bahareke din. Em darazekî adilane dixwazin.”

Serokê Komeleya Akincilarê Mehmet Şahîn bal kişand ku kesên ji teref medyaya FETO ve hatine mexdûrkirin nayên dîtin. Dûvre Şahîn wiha ragihand: “Îro li vir mexdûr civîne. Lê çapemeniya ku dê vê ragihîne nehatiye. Divê ku di derbarê mehkûmên Misliman de rayeke giştî pêk were.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir