• DOLAR 32.384
  • EURO 35
  • ALTIN 2326.163
  • ...
Doza 'STKya Îslamî' ya ku kumpasa FETO bû  dest pê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Niştina ewil li 2yemîn Mehkemeya Cezaya Giran a Edenê hat dîtin.Endamên STKya Îslamî û parêzerên dozê beşdarî niştina yekemîn bûn.

Her weke tê zanîn di derheqê Platforma Evîndarên Pêxember a ku bi fealîyetên xwe yên Mewlûda Pîroz ji teref xelkê ve dihat teqdîrkirin û di derheqê Platforma Seferberiya Tesetturê, Umûd-Der,Îhya-Der, Mekteb-Der, Akîd-Der, Anadolu-Der û di derheqê STKyên Îslamî yên mîna van de  fealîyetên legal hêmanê sûcê hatin qebûlkirin û doz hatin vekirin.

Fealîyetên Îslamî yên ku hatin tertîpkirin wek sûc hatin qebûlkirin û bi îxbarên bêbinî lêpirsîn hatibûn vekirin.

Di dosyaya doza ku hat vekirin de fealîyetên mîna tetîpkirina fealiyeta bi mijara Fetha Mekkeyê, beşdarbûna bernameyên Mewlûdê, fealîyetên protestoyê û yên mîna van hêmanên sûcê hatin qebûlkirin.

Dozger û hakimên ku li dozê dinihêrtin ji FETO ji wezîfê hatibûn dûrxistin

Ew dozger û hakimên ku îmzeya wan di bin dosyaya ku lêpirsîna wê di sala 2011an de destpêkir de îmzeya wan hebûn hemû di lêpirsîna teşebûsa darbê de ji FETO/PDYê ji wezîfê hatin dûrxistin.

Navên hakim û dozgerên ku navên wan di dosyayê de  hebûn û ji peywirê hatine dûrxistin bi vî awayî ye: “Hakim Mustafa Şahîn, Hakim Ahmet Mîthat Temel, Hakim Bayram Demîrcî, Hakim Cebraîl Cem Alıcı, Hakim İbrahîm Oneker, Hakim İrfan Yıldız, Hakim Muslum Uzun, Hakim Pınar Poyrazoğlu, Hakim Ramazan Artun, Hakim Selma Rahşan Takçi, Dozger Azîz Takçi, Dozger Cuma Afşar, Savci Lokman Dogan, Dozger Metîn Dîkeç, Dozger Mustafa Sirli, Doger Ozcan Şîşman, Dozger Zekî Yalçin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir