• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Nivîskar Kokçe qala mexdûriyetên mehqûmên Hîzbullah û malbatên wan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nivîskar û Lekolîner Halîme Kokçe di nivîsa xwe ya îro de di bin navê “Ji mehqûmên FETOyê re pêwîst e rêya darizandina ji nû ve bê vekirin’ de qala mehqûmên Hîzbullah ên ku bi kumpasên FETOyê hatibûn girtin, kir û balan kişande li ser mexdûriyetên mehqûmên Hîzbullah û malbatên wan.

Nivîskar Kokçe li Wanê bi malbatên  11 kesên ku di bergeha Doza Sereke ya Wanê ya Hîzbullah de hatibûn girtin re hat bal hev.Kokçe di nivîsa xwe de qala daxwaza van malbatan kir.

“Bila zarokên me li wan Mehkemeyên ku ji FETOyê hatine paqijkirin ji nû ve bên darizandin”

Kokçe di nivîsa xwe de destnîşan kir naskirîyên mehqûmên Hîzbullah di derbarê mijarê de jê re wiha axivîne: “Heta îro her çi qas me îtîraz jî kir hinek kes derketin pêşi ya me, tu nabe yên ku heta niha derketine pêşiya me ew in.Piştî 15ê Tîrmehê me fêm kir kesên ku zarokên me girtine û wan mehqûm kirine FETOyîst in.Em efûyê naxwazin, em wan tazmînatên ku ji kesên ku di dozên Ergenekon û Balyozê razene re dane dayîn jî naxwazin.Daxwaziyeke me tenê  heye; bila zarokên me li wan mehkemeyên ku ji FETOyê hatine paqijkirin ji nû ve bên darizandin.”

Kokçe piştî ku vê daxwaza jorê yên malbatên Hîzbullah anî ziman re di nivîsa xwe de wiha pê de çû: “Bê şik di gelek dozên siyasî yên di sala 2000an de tesîra hakim û dozgerên vê rêxistinê heye.Gelek delîlên bi quwet hene ku di pey wan bûyerên mîna doza dadgeha bilind, Hrant Dînk, kuştina Muhsîn Yazicioglu, bûyera Qilebanê û di pey gelek bûyerên mîna van de FETO heye.Hinek dozên ku qala wan tên kirin ji xwe ji nû ve tên vekolînkirin.”

 “Heyeta mehkemê, ji ber doza FETO an hatiye girtin an jî di bergeha lêpirsînê de ji peywirê hatiye dûrxistin.”

Kokçe di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew 11 kesên ku hatine mehqûmkirin jî dibe ku mîna van dozan bin û wiha pê de çû: “Naskiriyên mehqûman ji nû ve darizandinê dixwazin ku di vî warî de delîl û qanitên wan yên ku dê teleba wan heqdar derîne hene.Lewra heyeta wê mehkemeya ku ji mehqûman re her ke 36 sal ceza dabû a niha ji ber doza FETO an hatiye girtin an jî di bergeha lêpirsînê de ji peywirê hatiye dûrxistin.Divê li wan hakimên li dadgeha bilind bê nihêrin.Ger ku ew kes jî mîna van ji FETO hatibin girtin an jî ji wezîfê hatibin dûrxistin, wê demê dê şibhe bi hêztir bibin.”

 “Dozgerê ku temamê bûyerên faîlên wan meçhûl avêtiye stûyê me û temamê hakimên ku ji me re mehqûmiyet dane zilamê FETOyê ne”

Nivîskar Kokçe di berdewama nivîsa xwe de wiha destnîşan kir: “Îdiayên malbatan pir girîng e.Malbat dibêjin ‘Dozgerê ku temamê bûyerên faîlên wan meçhûl avêtiye stûyê me û temamê hakimên ku ji me re mehqûmiyet dane zilamê FETOyê ne’ û dipisrin ‘ ev rastî û heqîqet di holê de ne, gelo digel van ew ê ji zarokên me rêya ji nû ve darizandinê neyê vekerin?”

“Kesên ku li dosyayê binêre ew ê zen bike temamê sûcên ku li Wanê hatine kirin zarokên me kirine”

Nivîskar Kokçe di berdewama nivîsa xwe de cî da van gotinên Mihemed Salih Boldagê ku bavê Turan Boldagî ye ‘Tu hema be çi di dosyê de heye, kesên ku li dosyayê binêre ew ê zen bike temamê sûcên ku li Wanê hatine kirin zarokên me kirine.Em bi malbatên kesên ku mexdûrê faîlî meçhul in re hevdîtinê dikin û ji me re dibêjin’ em dizanin ne hûn in’ lê mehkemê berewajiya vê dibêje û di holê de tu delîl jî nîne.’ û dû re wiha li nivîsa xwe zêde kir: “Hinek ji wan hêj zavayê 3 mehan bûn û ketine hepse, hinek ji wan jî hê du meh çêbûbû ku bûbûn bav hatin girtin.Ev bû 17 sal ku di girtîgehê de ne.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir