• DOLAR 32.382
  • EURO 35.077
  • ALTIN 2326.17
  • ...
Şehîdên Sûsayê wê di roja îdê de bên bîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şehîdên Sûsayê yên ku di 26ê Hezîrana sala 1992an de li Gundê Sûsayê di camiyê de hatibûn qetilkirin ji ber Remezanê wê roja duyemîn a îdê ango di 6ê tîrmehê de bên bîranîn.

Arîkarê Serokê Sûsa-Derê  Muhammed Afîf Çetînkaya di derbarê mijarê de diyar kir qetlîama Sûsayê di 26ê Hezîrana 1992an de ji teref PKKyiyên ku cil û bergê eskeran li xwe kiribûn ve hatiye kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di qetlîamê de 10 Misliman şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn.Piştî vê bûyerê çi qas birayên me yên ku li Sûsayê şehîd bûbûn me wan li vê derê sparte axê.A niha 33 şehîdên me hene.Ev bû du sal ji ber ku salvegera şehadeta wan rasta Remezanê tê em wan di Îda Remezanê de bi bîr tînin.Em ê îsal jî roja duyemîn a di îdê de bi bîr bînin.”

Di 26ê Hezîrana sala 1992an de li navçeya Farqîna Diyarbekirê PKKyiyên ku cil û bergê eskeran li xwe kiribûn, Mislimanên bi navê Huseyîn Çetînkaya, Abdulhalîk Ugaş, Haci Ahmet Kantar, Emîn Fîdanci, Zekî Fîdanci, Medenî Fîdanci, Saîd Fîdanci, Mekî Fîdancı, Muhammed Alî Uslu û Adnan Kantar dabûn ber guleyan û wan bi şikleke wehşîyane qetil kiribûn.(ÎLKHA)                

Bu haberler de ilginizi çekebilir