• DOLAR 32.508
  • EURO 34.976
  • ALTIN 2429.921
  • ...
Ji Platforma Nesla Qur'anê 'Ziyafeta Qur'anê'
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Êlihê bernameya ‘Ziyafeta Qur’anê’ ya ku ji teref Platforma Nesla Qur’anê ve hat lidarxistin kesên ku beşdar bûbûn mest kir.

Di bernameya ku li Su Parki ya Gultepeyê hat lidarxistin de Hafiz Şêx Munîr Abdulcevad û Şêx Muhemmed Necîb ji bo Tîlaweta Qur’anê beşdarê bernamê bûn. Di bernamê de beşdarvan mest bûn.

Alîkarên Serokê Giştî yên HUDA PARê Aydin Gok û Eyup Yanaç, Serokê Bajarê Êlihê yê HUDA PARê Mehmet Emîn Dogru, nûnerên STKyan û gelek kes beşdarê bernamê bûn.

Di bernameya ‘Ziyafeta Qur’anê’ ya ku wek gotarvan Serokê Platforma Nesla Qur’anê Mehmet Alî Altun beşdar bûbû de ava gulê hat belavkirin. Altun di bernamê de wiha axivî: “Qur’an, ew afîtab e ku şevên tarî yên însanan ronî dike û zivistanên wan jî diguherîne beharan. Qur’an, digel kevnarbûna nifşan û derbasbûna zemanê ji heybet û xweşikiya xwe tu tişt ji dest nedaye. Qur’ana Pîroz, sinetê Resulullah (as) e ku ew wê di jiyana xwe de dide tetbîqkirin û pê emel dike. Qur’ana Pîroz, li ser rûyê dinê edalet, ewlehî, asayîş û aramiyê tesîs dike. Bi taybet kesên ku di vî qerna nûjen de zilmê dikin û kesên ku di bin vî zilmê de nalîna wan e ji her demê zêdetir mihtacê edaleta Qur’ana Pîroz in.”

Di bernameya ku li Su Parki ya Gultepeyê hat lidarxistin û Hafiz Şêx Munîr Abdulcevad û Şêx Muhemmed Necîb ji bo Tîlaweta Qur’anê beşdarê bernamê bûbûn de kesên ku beşdarê bernamê bûbûn mest bûn. (ÎLKHA)
 



























Bu haberler de ilginizi çekebilir