• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Gundê Xanikê ya ku ji zilma PKKê re bûye şahid
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Gundê Xanikê piştî ku di sala 2015an de Muhammed Şerîf Şîmşek û Abdulcelîl Talayhan ji teref PKK/HDPyiyan ve hatin qetilkirin re cardin hate rojevê.Qetlîamên mîna van di salên 90î de jî hatibûn kirin.

Li gundê Xanikêya Hezexê 4 kesên ku di nava wan de zarok jî hebûn di êrîşên PKKê de hatibûn qetilkirin.Ev kesên ku hatibûn qetilkirin Abdulxefur Bal, Huseyîn Demîrel û Eyşe Oza 65 salî û qîza wê ya 8 salî Fatma Oz bû.Baş e, gelo sûcê van însanan çi bû û çima hatin qetilkirin.

 “Navê gund di demeke kurt de li temamê heremê hat bihîstin”

Mehmet Şerîf Akyuz diyar kir gundê wan ji 60 malbatî pêk tê û girêdayê Hezexa Şernexê ye û çend gundik jî girêdayê gundê wan in.Akyuz dû re van tiştan ragihandin: “Em gundî di eslê xwe de dîndar bûn, lê dîndariya me di gotinê de bû û ne Muhammedî bû. Elbet sedema herî mezin a vê yekê zext û zordariyên PKKê bûn.Ji ber zextan em nikaribûn li gor bawerîya xwe bijîn. Ev rewş heta berî vê 30 salî hat guherîn. Lewra berî vê 30 salî doza Muhammedî hate gundê me.Piştî ku li Nisêbînê xebatên Îslamî dest pê kirin re gundê me jî ji van xebatan nesîbdar bû û çend gundî cemaata Îslamî nas kirin.Dû re li gundê me teblîxên Îslamî dest pê kirin.Piştî vê, navê gundê me di demeke kurt de li temamê heremê hat bihîstin.”

“PKK bi planên xwe yên sinsî naskirîyên me li dijî me tehrîk dikir”

Akyuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî ku xebatên Îslamî li gundê dest pê kirin re PKK ji vê yekê pir aciz bû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir:” Di wê demê de komek PKKyî bênavber dihatin gund û gefê li gundîyan dixwarin. Piştî ku PKK hatine xwe zêde kir, gundî ji vê yekê gelekî aciz bûn û heta nîqaş û munaqeşe jî derketin.Bi planên xwe yên sinsî hewl dan me û naskirîyên me li dijî hev dû tehrîk bikin.Xelkê Kurd ji berê ve Misliman e û hêzên derve ji bona vê yekê biguherînin PKKê bi kar dianîn.PKK ji Îslamê hez nedikir, ji ber vê yekê jî her tim me tehdît dikir.PKKyî pêşî hewl didan me û naskirîyên me li hev dû tehrîk bikin.Lê belê dû re mîlîtanên PKKê hatin gund û gotin “Em êdî ne razî ne hûn vê dawê li vê derê bimeşînin û em destûrê nadin we.’ Elbet em li ber vê gotina wan rabûn û me got ‘Derdê we tenê komunîzm û sosyalizm e.’ Piştî me van ji wan re got re munaqeşe derket û piştî demekê gund terikandin.”

 “Bila kesên ku bi Îslamê re dijmintiyê dikin bizanibin em li hemû derî hene”

Akyuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ser Mislimanan gelek ceribandin hatin kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ PKKya ku dît ceribandin kêrî tiştekî nayên êdî dest bi serdegirtinên gund kir. Pevçûn dest pê kirin û gotin ku em ê gund bişewitînin.Me li gund gelek eziyet kişand, lê Mislimanan dev ji doz û dawa xwe bernedan.PKK vê yekê fêm kir û êdî dest bi sûîqestan kir û dest bi şehîdkirina gundîyan kir. Abdulxefur, Huseyîn û Eyşe hatin şehîdkirin.Eyşe pîreka melayê gund bû, ew û qîza wê ya 8 salî li Nisêbînê hatin  şehîdkirin.Dijminên Îslamê,  bila vê baş bizanibin em li her derî ne. Li Kurdistan, Fîlîstîn û Arakan û li kû dera cîhanê Mislimanek hebe ew birayê me ne û em ê her tim li dijî kafiran mucadele bikin.Em ê di rêya şehîdên xwe de biçin.”

Şehîdên ewil ên gundê Xanikê Eyşe Oz(65) û qîza wê ya 8 salî Fatma Oz bûn.

Dema ku dîrok 8ê Nîsana 1992an nîşan dida pîreka melayê gund Eyşe Oz(65) û qîza wê ya 8 salî Fatma Oz ji bona mala xwe ya li Nisêbînê paqij bikin ji gund veqetîyan.Eyşe ji ber ku li gund Îslamê ji pîrekên re vedigot di hedefa PKKê de bû.PKK ji ber vê yekê wê xistibû bin taqîbê û ji bona wê qetil bike kêsê lê digeriya.

Piştî ku reşahiya şevê daket re komek PKKyî di ser mala wê de girtin û bi çekên lûle dirêj di ser mala wê de reşandin.Di encama êrîşa çekdarî ya PKKyiyan de Eyşe Oz û qîza wê ya 8 salî Fatma Oz bi şikleke hovane ji teref PKKê ve hatin qetilkirin.PKK bi vê êrîşa xwe bêtehemûliya xwe cardin li dijî Îslam û Mislimanan nîşan da.

 “Pîrekên ku Îslamê teblîx dikirin jî qetil kirin”

Zeynep Bala ku cîranê Eyşe Oz bû di derbarê Fatma Oz de wiha axivî: “Eyşe pir dîndar bû û wêrek bû.Di her firseta ku bidest dixist de teblîxa Îslamî dikir.PKKyiyên ku vê yekê dîtin û ji vê yekê aciz bûn  dema ku dîtin çûye mala xwe ya li Nisêbînê Eyşe Oz qîza wê şehîd kirin.”

“Qîza wê ya biçûk a ku di hembêza wê de bû jî qetil kirin”

Şikriya Akyuza ku ew jî cîranê Fatma Oz bû di derbarê Eyşe Oz de wiha axivî: “Şehîd Eyşe pir fedakar û alîme bû.Zarokên xwe bi exlaqa Îslamê mezin kiribû.Wê rojê ji bona mala xwe paqij bike çûbû Nisêbînê.Li balê qîza wê jî hebû.Kesên PKKyî wê teqîb dikin û êvarî di ser mala wê de digirin.Pêşî ceyrana wê dibirin.Eyşeya ku ji rewşê haydar dibe hewl dide ku bireve.Wê û qîza wê ya di hembêza wê de şehîd dikin.Her du qîzên wê din mezin bûn, heta yek ji wan zewicî bû.Ew ji malê direvin û di tanûra mala cîranê xwe de xwe wedişerin û bi vî awayî xelas dibin. Naxwe ew ê wan jî şehîd kiribana. Malbateke pir paqij û fedakar bû. Em nêzî 20 salî bi hev dû re cîrantî kir, rojekî ji rojê Xwedê em ji wan aciz nebûn.Pîrekeke pir paqij bû. Li gundê me 6 kes şehîd bûn, em bi şehadeta wan bextewar in.Bes ku em Misliman in me şehîd dikin. Lê belê Xweda dê vê yekê li ba wan nehêle.”

Ew ê berdewam bike…(ÎLKHA)


 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir