• DOLAR 32.33
  • EURO 35.095
  • ALTIN 2294.662
  • ...
SON DAKİKA
Muxtarê ku ji teref PKKê ve hatibû qetilkirin hat definkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cenazeya Muxtar Mehmet Acu yê ku ji teref PKKê ve pêşî hatibû revandin û dû re bi şikleke wehşîyane hatibû qetilkirin bi beşdarbûna bi sedan kesî hat definkirin.

Piştî nimêja cenazê, Muxtar Mehmet Acu ji teref naskirî û hezkirîyên wî ve li Goristana Rişmila hat defin kirin.

Her weke ku tê zanîn li navçeya Rişmila (Yeşîllî) Mêrdînê Muxtarê Taxa Bahçebaşiyê Mehmet Acu  ji teref PKKê ve bi şikleke wehşîyane hatibû înfazkirin.Li gor agahiyên ku hatine wergirtin  doh di derdora seat 18.00an de ji ber ku malbata wî jê xeber negirtibû xeber dabûn cendirmê û polêsan.Di encama lêkolînên ku hatibûn kirin de wesayîta muxtar li  ser rêya kevin a Stewrê hatibû peydekirin.Naaşê Muxtar Acu di nava wesayîtê de wek şewitî hatibû dîtin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Muxtar Acu di nava wesayîtê de bi şikleke wehşîyane ji teref PKKê ve hatiye înfazkirin.Li cihê bûyerê hat dîtin ku bi boyaxê nivîsa “PKK, YG hatiye nivîsandin ku ev yek jî balan kişande li ser xwe.(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir