• DOLAR 32.597
  • EURO 34.808
  • ALTIN 2500.14
  • ...
 'Bi çekên lûle dirêj êrîşî mala me kirin û mala me dane ber bombeyan'
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref PKKyîyan bi çekên lûle dirêj û bi bombeyan êrîş li mala endamê HUDA PARê hat kirin.Êrîş nêzî 12 seatan berdewam kir.Lijneya HUDA PARê malbata ku ji ber êrîşên PKKyîyan di mala xwe de mexsûr mabûn di derdora seat 11.30an de çû heremê û wan ji mala wan derxist.

Hat hîbbûn  di dema êrîşên ku hatin kirin de polêsan qet bi mijarê eleqedar nebûne û mudaxeleyî bûyeran nekirine.

Adem Bozkurtê ku mezinê malê bû pevajoya êrîşên ku li wan hatine kirin wiha anî ziman: “Ez karker im , ji ber vê yekê zû radizim û zû hişyar dibim.Dema ku ez di xew de bûm dengê teqînê hat û ez hişyar bûm.Di wê demê de endamên malbatê li hewşê radizan. Kesên PKKyî derketibûn li ser banan. Lawê min ji wan re got ku hûn çidikin, şerm e malbat li vê derê radize. Ji ber vê gotina lawê min ew kesên PKKyî ji lawê min re gotin ku nepeyive, naxwe em ê malê hilbiweşînin.Piştî vê nîqaşê mala me dan ber çek û bombeyan.Hemd ji Xwedê Teala re beqeza û bêbela em xelas bûn.”

Adem Bozkurt ji pirsa ‘Gelo we li polêsan gerîya?’ re wiha bersiv da: “Me li polêsan gerîya; lê belê tu kes nehat.”

Bozkurt wiha dawî li axavtina xwe anî: “Bi çekên lûle dirêj û bi bombeyan êrîşî mala me kirin.Em misliman in ne kafir.Kesên cihû û xirîstîyan jî vî tiştî nakin.”(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir